PeyamaKurd - Malpera Al-Monitorê bi zarê çend çavkaniyên agahdar ragihandiye ku artêşa DYAyê dest bi vekişandina hêzên xwe yên li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê kiriye û sîstemên parastina asmanî yên Patriotê ku ji bo têkbirina moşek û dronan dihatin bikaranîn veguhestine.
Ev pêvajoya vekişînê ji hefteya borî ve dest pê kiriye û beşeke zêde ya leşker û kelûpelên giran ji herêmê hatine derxistin.
Tevî ku rayedarên herêmî vê gavê di çarçoveya rêkeftina bi Bexdayê re (ku armanca wê vekişîna temamî ya hêzên Amerîkayê ya ji Iraqê heta 30ê Îlona îsal e) wekî "gaveke asayî" binav dikin jî, ev geşedan di demekê de ye ku êrîşên moşekî û dronî yên li ser Herêma Kurdistanê berdewam dikin.
Hêjayî gotinê ye, vekişandina sîstema Patriotê ku li beramberî êrîşan zêdetirî ji sedî 95ê serkeftinê nîşan dabû, di derbarê ewlehiya asmanî ya Herêma Kurdistanê de fikarên kûr çêdike.
Pisporê lêkolînan ê şîrketa "Horizon Engage"yê Michael Knights tekez dike ku vekişandina van sîsteman nayê wateya bidawîhatina hevkarî û hebûna hêzên taybet ên DYAyê li herêmê.
Li aliyê din, lêkolînên navendên stratejîk ên Washingtonê nîşan didin ku Amerîka bi kêmasiya yedeka moşekên Patriotê re rûbirû ye û ji ber vê yekê berê xwe dide herêmên serekî yên mîna Kendav û Urdunê.