Aliyev ragihand ku ji kîjan dewletê sîlihan distîne

Aliyev ragihand ku ji kîjan dewletê sîlihan distîne

PeyamaKurd – Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ragihand bê ji kîjan dewletan sîlihan distîne. Aliyev got ku Tirkiye di rêza yekem de nîne û dewletan rêz kir. Aliyev bo Le Figaroyê weha got:

“Em ji gelek dewletan sîlihan dikirin. Lê piraniya sîlihan ne ji Tirkiyê û Îsraîlê dikirin em ji Rûsyayê dikirin. Em ji Ûkraynayê, Belarûsê û malên Îranê dikirin. Lê Ermenistan bê pere sîlihan ji Rûsyayê distîne.”

Aliyev di hevpeyvîna xwe ya bi Le Figaroyê de got ku eger Ermenistan şer rawestîne ew amade ne ku şer rawestînin. Aliyev weha dewam dike:

“Em amade ne tevgerên leşkerî rawestînin. Min vêya di civîna li Moskovayê de got. Tenê bila Ermenistan şer rawestîne. Piştî rawestandina şer wê dîplomat dest bi xebatê bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin