Almanya: Hal gelek ciddiye û wê her der bibe meydana ser

Almanya: Hal gelek ciddiye û wê her der bibe meydana ser

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas ragihand ku halê Rojhilata Navîn gelek ciddiye û bo sarkirina meydana gengeşeyan çi ji destê wan were dê bikin. Maas, di meclisa federal de got; eger peymana bi Îranê re têk here, wê herêm bibe meydana şer.

Maas got: "Li Rojhilata Navîn hal gelek ciddiye” û eger şer belav bibe wê bo ewlekariya Awrûpayê encamên nexweş yên ji dil çêbibin. Maas got ku ew hêjî nizanin bê Amerîka bo çi ji peymanê vekişiya û bêvatebûna wê anî ziman. Maas weha dewam kir:

“Zordayîna ser Îranê ya yek alî û tund, me bipêş naxe. Zora zêde daîma talûkeye û dikare encamên nexweş biafirîne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin