PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Almanya Heiko Maas, xemgîniya xwe li ser guhertina siyaseta pêwendiyên di nav Amerîka û welatên Ewropa de ragihand.
Heiko Mass ji ajansa (DPA) ya Almanî re got: Em hin biryarên Amerîka bi riya Twitterê dibihîzin û hin caran Amerîka bixwe jî, bi saya Twitterê ji biryarên Koşka Sipî hayedar dibe.
Herwiha Mass zelal kir, ku berî niha Amerîka li gel hevparên xwe yên Ewropî, li ser pirsên girîng nerînên xwe dida xuyakirin û biryar li ser bingeha hevrêziya bihêz dihatin stendin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin