Almanya: Niha ne dema endamtiya wî welatî ye

Almanya: Niha ne dema endamtiya wî welatî ye

PeyamaKurd- Li gorî çavkaniyên hikûmeta Alman, di lûtkeya NATOyê ya li Vilniusê ya Lîtvanyayê de ji bo Ukraynayê vexwendnameya ji bo tevlîbûna NATOyê nayê şandin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên nêzî hikûmetê hatin bihîstin, ji bo endametiya Ukraynayê ya NATOyê ne dema wê ye ku gavên berbiçav bên havêtin.

Hat zanîn ku li ser vê mijarê di nav hevalbendên endamên NATOyê de lihevkirinek tuneye û Almanya dixwaze zêdetir bala xwe bide ser peydakirina alîkariyên berbiçav ên ji bo Ukraynayê.

Hat ragihandin ku tê çaverêkirin di civîna bilind a NATOyê de Almanya têkildarî şandina kelûpelên leşkerî yên ji bo Ukraynayê daxuyaniyeke girîng parve bike.

Li aliyê din hat îdiakirin ku Almanya ji bo endamtiya NATOyê ya Swêdê geşbîn e, Swêd ji bo daxwazên Tirkiyeyê gavên şênber havêtine û ji ber vê jî di mijara endamtiyê de geşedaneke erênî tê payîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin