Almanya û Fransa ji bo Tengava Hurmuzê dikevin tevgerê

Almanya û Fransa ji bo Tengava Hurmuzê dikevin tevgerê

PeyamaKurd - Ofîsa Ragihandinê ya Serfermandariya Almanyayê, hişyarî da Îranê ku dawî li gefên xwe yên li ser trafîka deryayî bîne û ji êrîşên li dijî Îsraîl û welatên Kendavê dûr bikeve. Berlînê destnîşan kir ku ew amade ne ji bo parastina azadiya derbasbûna keştiyan li Tengava Hurmuzê piştgiriyeke leşkerî ya guncav pêşkêş bikin.

 Li aliyê din, Fermandariya Operasyonên Hêzên Çekdar ên Fransayê jî ragihand ku hebûna wan a leşkerî li herêmê "esnek" e û li gorî asta metirsiyê tê guhertin. Fransa, ya ku nêzîkî 8 hezar leşkerên wê li herêmê hene, tekez kir ku planên wan ên ji bo avakirina koalîsyoneke navdewletî ya ji bo ewlehiya deryayî di qonaxa pêşketî de ne.

Aloziya li Tengava Hurmuzê bandoreke giran li aboriya cîhanê kiriye. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, hejmara keştiyên ku rojane di tengavê re derbas dibûn ji 100’î daketiye bin 10’an. Ev yek bûye sedem ku bihayê bermîlek petrola Brent ji 72 dolaran derkeve 120 dolarî.

Rêxistina Xurek û Çandiniyê (FAO) hişyarî dide ku girtina vê rêya stratejîk ne tenê krîza enerjiyê, lê di heman demê de metirsiya birçîbûn û xelayê li seranserê cîhanê zêde dike. Di vê navberê de, hat bîrxistin ku di êrîşeke balafirên bêmirov de li ser bingeha Melâ Qere ya nêzîkî Hewlêrê, leşkerekî Fransî jiyana xwe ji dest dabû, ku ev yek nîşaneya metirsiya zêde ya li ser hêzên navdewletî yên li herêmê ye.