PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Kazem Xerîbabadî diyar kir ku ewlehiya Tengava Hurmuzê bi tenê ji aliyê Îranê ve tê dabînkirin, di bersiva amadekariyên Brîtanya û Fransayê de ji bo şandina keştîyên şer bo Tengava Hurmuzê.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a nîv-fermî ya Mehr a Îranê, Xerîbabadî bertek nîşanî amadekariyên Brîtanya û Fransayê ji bo şandina keştîyên şer bo Tengava Hurmuzê da.
Xerîbabadî hişyar kir ku bicihkirina keştîyên şer ji aliyê welatên ne-herêmî ve bi hinceta parastina Tengava Hurmuzê wê krîzê zêde bike û bibe sedema leşkerîkirina herêmê, û got, "Ewlekariya Tengava Hurmuzê bi tenê ji aliyê Îranê ve tê dabînkirin."
Xerîbabadî diyar kir ku Tengava Hurmuzê ne milkê hevpar ê welatên ne-herêmî ye û hişyar kir ku Hêzên Çekdar ên Îranê wê bersiva her hewldanek bicihkirina keştiyên şer li Tengava Hurmuzê bidin.