Amadekariya avakirina xeta 2 yem despêkir

Amadekariya avakirina xeta 2 yem despêkir

PeyamaKurd- Amadekariyên bo avakirina xeta 2 yem ya xaza xwezayî ya ku dê di ser Behra Baltikê de here Almanya destpêkirin. Ev xet xaza Rûsyayê dibe Almanyayê. Heta piştî Bûlgaristanê dikare di ser Îtalya de jî here.

Rêvebirê xetê Nord Stream 2 ragihand ku bo danîna lûleyan “Castoro 10” dest bi xebata avakirinê kiriye.

Hat ragihandin ku li bajarê Almanya, li qerexê Lubminê dest pêkirine û weha hat ragihandin: “Lûleyên ku di projeyê de bên bikaranîn, di keştiya “Castoro 10” de tên qeynaxkirin û bi alîkariya vîncan, bi dezgeyên ku li bejayiyê ne ve tên girêdan. Xebat di heman wextê de li bajarê Almanya li Greifswaldê jî dewam dikin.”

Projeya Başûr ya enerjiyê 2, wê bi 10 mîlyar ewroyê bibe mal û di salê de 55 mîlyar m3 xaza Rûsyayê di ser Behra Baltikê de sewqê Almanya bike.

Di serî de Amerîka, Ûkrayna, Polonya û welatên Baltikê li hemberê vê projeyê derdiketin. Niha di nava projeyê de Gazprom, Shell, OMV, Engie, Uniper û şîrketên weka Wintershall a rojavahî hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin