Heyetên teknîkî yên Rûsya, Îran û Tirkiyê, berya wezîrên karê derve yên her sê welatan bicivin, bo amadekariyê hevdîtin pêktînin.Her sê wezîrjî wê sibê bicivin.
Heyetên tejnîkî îro siet di 10 ê sibê de, li Astanayê li otêla Ritz Carltonê dest bi hevdîtinên xwe kirin. Hevdîtinên heyetan bi duqolî û sêqolî tên kirin. Civîna yekem li ser serbest berdana girtiyane.
Wê li ser mijara Xûta Rojhilat, li ser bingeha civîna meha yekê, bê dikarin çawa mijarê bipêşbixin, biaxifin.
Belavoka dawiya civîna sibê, wê di civîna heyetên teknîkî de li serê bê axaftin.
Civîna sibê di asta wezîran de ye û wê wezîrê karê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu tevli civînê bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin