Amerîka 10 hezar leşkerên din dişîne Rojhilata Navîn

Amerîka 10 hezar leşkerên din dişîne Rojhilata Navîn

PeyamaKurd - Pentagonê ragihand ku ew ê di rojên pêş de bi hezaran leşkerên din bişînin Rojhilata Navîn da ku zexta "herî zêde" li ser Îranê zêde bikin. Di çarçoveya vê sewqiyatê de, keştiya balafiran USS George H.W. Bush tevî 6 hezar leşkeran û koma amfîbî ya USS Boxer tevî 4 hezar û 200 deryawanên şer (Marines) ber bi herêmê ve bi rê ketine.

Bi vê takviyeya nû re, hejmara keştiyên balafiran ên Amerîkayê li herêmê dertê sêyan û hejmara giştî ya leşkerên Amerîkî yên li dijî Îranê şer dikin digihîje 60 hezar û 200 kesî.

Donald Trump careke din hişyarî da ku her keştiyeke hewl bide dorpêça deryayî bişkîne dê "yekser were tunekirin". Li gorî zanyariyên ku Washington Post ji berpirsên serbazî girtine, niha senaryoyên operasyona bejayî jî li ser masê ne. Di nav van planan de, girtina girava Harkê ya ku dilê aboriya petrola Îranê ye, kontrolkirina xalên stratejîk ên li Tengava Hurmuzê û operasyonên taybet ên li ser tesîsên nukleerî hene.

Her çend biryareke fermî nehatibe dayîn jî, ev amadekariyên Pentagonê nîşan didin ku eger dîplomasî bi ser nekeve, şer dê derbasî qonaxeke gelekî berfirehtir bibe.