PeyamaKurd- Amerîka baregeha xwe ya li Iraqê ya li bajarê Enbarê ya bi navê Teqeddumê vala dike. Di baregehê de bi miqdarê 3.5 mîlyon dolar ekîpmanên leşkerî hene. Wê ekîpmanên baregehê teslîmê artêşa Iraqê bikin. Tevî baregeha Teqeddumê li seranserê Iraqê baregehên ku Amerîka vala dike jimara wan digihê 4 an.
Baregeha Teqeddumê di dema Barack Obama de, di sala 2015an de li Enbarê bo leşkerên Amerîkayê li dijî DEAŞê têbikoşin, hatibû avakirin.
Di mijara valakirina baregehê de rêvebiriya koalisyona li dijî DEAŞê ragihand ku wan bo dewra baregehê merasimekî pêkaniye. Rêvebirî ragihand ku sedema valakirina baregehê ne bo koronavîrus an êrîşên Îranê ne û weha ragihand:
“ Hêza hevkar ya koalîsyonê wê ji gelek baregehên Iraqê xebatkar û ekîpmanên xwe vekişîne. Hêzên ewlekariyê yên Iraqê weka operasyonên ‘Qehremanên Iraqê’ û ‘Îrade ya serkeftinê’ ku bi wan welatê xwe parastine, kiriye. Êdî dikarin li dijî DEAŞê operasyonên serbixwe bikin.
Koalîsyon bi dawetkirina hukumeta Iraqê li vê derê ne û wê bo têkoşîna taktîkî ya bi DEAŞ ê re, desteka xwe dewam bike. Perwerde bi sedema koronavîrusê hatiye rawestandin. Koalîsyon wê di ser jimareyekî kêm ya baregehan de destekê bide hêzên Iraqê lê wê di têkoşîna li dijî DEAŞê de, bi hevkarê xwe re be.”
Di beyana rêvebiriya koalîsyonê de hat gotin ku piştî teslîma alavan biqede, wê Amerîkî ji baregehê veqetin.
Berê jî Amerîka baregehên xwe yên bi navên El Qaîma Enbarê, baregeha Qayara ya li Mûsilê, baregeha K1 ya leşkerî ku li Kerkûkê bû vala kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin