PeyamaKurd – Li gorî çavkaniyên iraqî Amerîkayê dest bi mezinkirina baregeha xwe ya li Herêma Kurdistanê kiriye.
Mehr Newsê bi zarê çavkaniyên iraqî ragihandiye ku Amerîka ji bo mezinkirina Baregeha Herîr a li Herêma Kurdistanê ketiye tevgerê ku piştî salan cara yekem e biryareke wiha hatiye standin.
Herwiha medye erebî bi zarê çavkaniyên îstixbarî daye xuyakirin ku Amerîka armanc dike ku di Baregeha Herîr de dest stargehên binerdî ava bike.
Baregeha Eyn Esad a li rojavayê parêzgeha Enbarê û Baregeha Herîr a li Hewlêr du baregehên navendî yên Amerîka li herêmê ne ku cihê bi qasî 7 hezar leşkeran li wan heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin