PeyamaKurd – Fermandariya hêzên Amerîkayê yên li Afrîkayê (AFRICOM), li Somaliyê êrîşên hewayî birin ser rêxistina terorê Eş-Şebabê û di encamê de 27 endamên wê kuşt. AFRICOM li ser êrîşê daxwuyaniyekî weha da:
“Fermandariya Amerîka ya Afrîkayê li ser daxwaza hukumeta federal ya Somaliyê di 18 ê êlûnê de li Somaliyê li bajarê Bulobardeyê, êrîşê Eş-Şebaba ku êrîşê ser artêşa Somaliyê kiribû kir û li gor encamnameya fermandariyê; 27 endamên Eş-Şebabê kuştine û ti zerar negihaye sîvîlan.
Êrîşên Amerîkayê kiriye ku artêşa Somaliyê û Mîsyona demkî ya Yekîtiya Afrîkayê ji nûh de desthilatê bixe destê xwe. Kiriye ku li Somaliyê, artêş li herêma Hiraanê dikare rêxistinê têkbibe. Ev operasyon di nav 5 salan de operasyona herî mezin ya êrîşa li Somaliyê ye.”
Li Somaliyê, ji bo dewletê pirsgirêka herî mezin ya şiddetê ya rêxistina Eş-Şebabê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin