PeyamaKurd-Nûnerê netewî yê ewlekariyê yê Amerîkayê Robert O'Brien, di mijara koronavîrusê de ku niha hemû dinyayê daye ber xwe û belav dibe, Çînê sûcdar kir û weha got:
“Di şûna ku li bajarê Vûhanê tedawiyên baş bikarbianiya, mijarê veşart. Ev kiryara Çînê jî kir ku di mijara têkoşîna li dijî koronavîrusê de, dinya 2 meh li paş ma û maliyeta wê gelek zêde ye.”
O'Brien, di paneleka ku li Washington DC diye de hat dayîn de, ku ji aliyê Heritage Foundation de dihat dayîn de, mijarê avête holê û got ku ev vîrus ne ji Amerîkayê lê ji Çînê derket. Di ser de jî gelek wext derbas bû. O'Brien got ku asta niha tê de ne, an ku asta têkoşîna li dijî koronavîrusê de gelek başe û weha dewam kir:
“Eger Çîn di serî de mijarê veneşarta û bi me re parvebikira, di sehayê de, tîmên WHO û Navenda Amerîkayê ya berlêgirtina nexweşînan hebûna, niha me ber li bûyerê girtibû.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin