PeyamaKurd- Amerîka ragihand ku bi sedema qewimandinên şiddetê, dê vîze ya rêvebirên hukumeta Nîkaraguayê betal bike. Di beyanê de rêvebir, ji bûyeran weka berpirs hatin ragihandin.
Di ragihandina Amerîka de rakirina vîzeyê weka destpêka dorpêçên girantir hat îfadekirin û weha dewam kir:
“ Hilbijartinên ku bi salan, bi hîleyan hatin kirin û rejîma Nîkaraguayê qanûnan her dem maniple kir û niha Nîkaraguayiyên ku daketine kuçe û kolanan, banga reformên demokratîk dikin. Di xwepêşanan de ji 350 kesî zêdetir xelk mirine û bi hezaran kes birîndar bûne. Gelek ji wan jî bi tewana çêkirina darbeyê û bi terorîstî hatine sûcdarkirin.”
Xwepêşandêr doza îstîfa hukumeta serokê dewletê Daniel Ortega û Cepha Sandînîstayê (FSLN) dikin. Sandînîstan bi deh salan, li dijî dîktatoriya Ortega şer kir û niha bi xwe bûye ortaxê hukumetê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin