Peyamakurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo daxuyakirin, piştî ku Amerîka ji Sûriyê derkeve, ew bi Tirkiyê re hevdîtinan dikin daku Kurd rûbirûyî qetlîamê nemînin.
Mike Pompeo ji malpera muxafazakaran Newsmaxê re ragihand, “Ji bo me ya girîng ew e ku em rê li ber qetilkirina Kurdên Sûriyê bigirin û di heman demê de jî kêmîneyan biparêzin.”
Pompeo li ser awayê vekişînê jî got, "Serok di mijara Sûriyê de zelal e. Dê leşkerên me ji wir derkevin. Serok di heman demê de gotiye ku pêwîste têkoşîna me ya dijî DAIŞê berdewam be û em karên xwe yên ji bo îstiqrarkirina Rojhilata Navîn berdewam bikin.”
Pompeo herwiha diyar kir ku ew nikare li ser vekişînê teqwîmekê bide û ew naxwazin dijminên wan bizanin bê ew dê kengî ji Sûriyê vekişin.
Wezîrê Amerîkayê herwiha da zanîn ku we li ser mijarên Tirkiye dikeve metirsiyê jî bi rayedarên Tirk re hevdîtinan dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin