Amerîka hêzên xwe li Afrîkayê bicîh dike

Amerîka hêzên xwe li Afrîkayê bicîh dike

PeyamaKurd- Her diçe bandora Rûsya û Çînê li Afrîkayê zêde dibe. Amerîka jî niha hêza xwe li Afrîkayê zêde dike bi taybetî hêza leşkerî.

Pêwendiyên bazirganî yên Amerîkayê li gel Afrîkayê her diçe zêdetir dibin, bi taybetî piştî ku dewlemendiya Afrîkayê ya binaxê hat fêm kirin û keşifkirin. Piştî ku têkiliyên Çîn û Rûsyayê di Afrîka de bipêşde çûn, Amerîka weka ku li paş mabe, lezê da têkiliyan.

Hêzên leşkerî yên Amerîkayê ji 54 dewletên Afrîkayê li 50 dewletan heye û hêzên xwe yên belave, di bin sîwana Fermandariya Amerîka ya li Afrîkayê (AFRİCOM) de gihand hev.

Amerîka, ji Afrîkayê gelek tiştan dikire. Di nava wan de petrol di rêza yekem de ye. Li pey petrolê kereste, pembû, almas, dendikên qehwê û titûn tên. Amerîka jî muhîmatên leşkerî, berhemên xidayê, otomobîl û berhemên saniyê difroşe welatên Afrîkayê. Di hilberîna petrolê de, welatê Nîjerya di nav 10 welatên dinyayê de ye. Di Afrîka de petrola herî zêde Cezayîr sifroşe Amerîkayê û piştî Cezayîrê, xaza Nîjeryayê bo Amerîkayê di rêza duyem de ye.

Li gor anketa Navenda lêkolînê ya Pew ê; her diçe hezkirina Amerîka ji aliyê welatên Afrîka de kêm dibe. Berê di sala 2002an de, Kenyayî % 85ê wan ji Amerîka hezdikirin lê nija ev reqem di sala 2017an de ketiye % 54 ê. Hezkirina Ganayê ji %83yan ketiye %59an.

Ev rêje her diçe li Nîjerya û Afrîka Başûr jî dikeve.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin