Amerîka, Îsraîl û Lubnanê li ser Hizbullahê lihev kir

Amerîka, Îsraîl û Lubnanê li ser Hizbullahê lihev kir

PeyamaKurd - Bi navbeynkarî û piştgiriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), doh bi merasîmeke fermî li Washingtonê, nûnerên Îsraîl û Lubnanê lihevkirineke çarçoveyî ya sêalî îmze kirin.

Armanca bingehîn a vê gavê, danîna nexşerêyeke leşkerî û dîplomatîk e ku li dawiyê bibe sedema îmzekirina peymannameyeke giştgir a aştiyê di navbera her du welatan de.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, ku serperiştiya merasîmê dikir diyar kir ku ev lihevkirin destpêka avakirina çarçoveyekê ye bo peydakirina aştî û ewlehiya berdewam a li herêmê.

Li gorî naveroka peymanê, artêşa Îsraîlê dê ji herêmên diyarkirî vekişe û artêşa Lubnanê dê li şûna wê bi cih bibe.

Her du aliyan li ser rûbirûbûna şiyana leşkerî ya Hizbullahê, bêçekkirina vê rêxistinê û nehiştina serweriya Îranê ya li ser Lubnanê lihevhatineke tam pêk anî.

Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê dê li Başûrê Lubnanê bimîne heta wê dema ku pêvajoya bêçekkirina Hizbullahê bi temamî bi dawî dibe. Herwiha danûstandinên li ser sînorên bejahiyê jî dê di navbera her du welatan de berdewam bikin.