Amerîka ji bo ewlekariya Bexdayê 30 zirpos û Hummeran disîne

Amerîka ji bo ewlekariya Bexdayê 30 zirpos û Hummeran disîne

PeyamaKurd Washingtonê ji bo aramiya Bexdayê biparêze, 30 zirpoş û otomobîlên Hummer ên nû da artêşa Iraqê.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê diyar kir, Washington bi hevkariya artêşa Iraqê re pabend e, ji bo aramiya welat û paytext biparêze. Di vê çarçoveyê de jî, 30 otomobîlên leşkerî ku ji zirpoş û Hummeran pêk hatine, daye artêşa Iraqê.

Balyozxaneya Amerîka daye zanîn, armanca hevkariyê ji bo parastina ewlehiya navçeya kesk a Bexdayê ye, ku piraniya nûnertiyên welatan, avahiyên hikûmî û Balyozxaneya Amerîka jî lê ye.

Li gor daxuyaniya Balyozxaneyê, ev hevkarî beşek ji planeke berfirehtir ya hevkarî û hevahengî ya di navbera Amerîka û artêşa Iraqê de ye.

Herî dawî di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: "Ji bo ku Bexda aram bibe û pêşerojeke aram ji bo gelê Iraqê pêk were, em ê bi hevkariyên xwe de berdewam bin"

Hêjayî bibîrxistinê ye, ev hevkarî û alîkarî bi nêzîkbûna salvegera yekemîn a kuştina Qasim Silêmanî û Ebûmehdî Mohendîs ve girêdayî ye. Ji ber ku hişyarî tê dayîn ku wê êrîş li Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê were kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin