Amerîka ji bo şerê Îranê sîstemên Patriot ji Koreya Başûr vediguhêze Rojhilata Navîn

Amerîka ji bo şerê Îranê sîstemên Patriot ji Koreya Başûr vediguhêze Rojhilata Navîn

PeyamaKurd - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo xurtkirina parastina hewayî ya li Rojhilata Navîn, amadekariya veguhestina sîstemên mûşekî yên Patriotê ji Koreya Başûr dike. Serokê Koreya Başûr Lee Jae-myung diyar kir ku her çend ev biryar fikarên ewlehiyê çêke jî, welatê wî nikare rê li ber daxwaza Amerîkayê bigire.

Lee Jae-myung: Em nikarin rê li ber Amerîkayê bigirin 

Serokê Koreya Başûr Lee Jae-myung, îro (10’ê Adara 2026’an) piştrast kir ku nîqaşên li ser derxistina hin çekan ji welêt hene. Lee got:

Em ne di rewşekê de ne ku li dijî daxwaza Amerîkayê derkevin, lê divê ev yek bandorê li şiyana me ya astengkirinê ya li dijî Koreya Bakur neke."

Li gorî raporên medyayê, balafirên veguhastina leşkerî yên giran ên Amerîkî gihîştine Baregeha Hewayî ya Osanê da ku sîstemên Patriotê bar bikin û ber bi qadên şer ên li Rojhilata Navîn ve bi rê bikevin.

Taywan: Heta niha bi me re têkilî nehatiye danîn 

Li aliyê din, Wezîrê Parastinê yê Taywanê Wellington Kuo diyar kir ku Amerîkayê heta niha ji bo veguhestina çekan bi wan re têkilî daneniye. Kuo destnîşan kir ku mûşekên Patriotê di cebilxaneya Taywanê de hene, lê biryara ji nû ve bicihkirina wan tenê di destê Washingtonê de ye. Ev daxuyanî di demekê de tê ku Taywan bi zextên leşkerî yên Çînê re rû bi rû ye.

Wezîrê Derve yê Koreya Başûr Cho Hyun jî berê ragihandibû ku leşkerên Amerîka û Koreyê li ser îhtîmala şandina sîstemên parastinê ji bo şerê li dijî Îranê nîqaş kirine. Amerîka hewl dide hemû sîstemên xwe yên parastina hewayî yên li cîhanê ber bi Rojhilata Navîn ve bikişîne da ku li dijî mûşekên balîstîk ên Îranê parastineke xurt ava bike.