PeyamaKurd - Li gorî daneyên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon), lêçûnên leşkerî yên Washingtonê di şerê Îranê de di meha Tîrmehê de %25 zêde bûne û 47 milyar dolar derbas kirine.
Ev şerê leşkerî ku di meha Şibatê de ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump û Îsraîlê ve di dijî Îranê hate destpêkirin, barê xwe yê aborî roj bi roj giran dike.
Zêdetirî 29 milyar dolar ji vê mîqdarê ji bo dabînkirina cebilxaneya nû û 6 milyar dolar jî ji bo nûkirina teçhîzatên zirar dîtine yên mîna balafir û firokeyên bêmirov hatine terxankirin.
Ev hejmarên dawî texmîna berê ya Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth ku di meha Tîrmehê de wekî 37,5 milyar dolar daxuyandibû, bi rêjeya %25an li paş xwe hişt.
Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan a Reutersê, di hesabên berê yên Pentagonê de mesrefên mezin ên çêkirina wan baregehên leşkerî ku di êrîşên fîşek û balafirên bêmirov ên Îranê de xerab bibûn, nehatibûn vegirtin.