PeyamaKurd - Rojnameya Haaretz a Îsraîlê da xuyakirin ku Wezîrê Maliyeyê yê Îsraîlê yê rastgirê tund Bezalel Smotrich gotiye, beşdarbûna Îsraîlê ya operasyonên leşkerî yên DYAyê li ser Îranê ne di berjewendiya wan de ye.
Smotrich rojek piştî civîna desteya ewlekariyê ya bi serokatiya Serokwezîr Binyamîn Netanyahu got ku tevlîbûna Îsraîlê ya operasyonên leşkerî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser Îranê ne di berjewendiya wan de ye.
Wezîrê Maliyeyê got, "Rewşa heyî ku şerê Îran û DYAyê di çarçoveyeke sînorkirî de maye, ji bo me rewşa herî rast û baş e. Niyeta me nîne ku tevlî vî şerî bibin."
Smotrich da zanîn ku armanca bingehîn a Îsraîlê lawazkirina rejîma Îranê ye û got, rêya herî baş a serxistina vê jî pêkanîna zexta aboriyê ye.