Amerîka: Me endîseyên xwe bi rêvebirên Îsraîlê re parvekiriye

Amerîka: Me endîseyên xwe bi rêvebirên Îsraîlê re parvekiriye

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê li ser alîkariyên ku dane Îsraîlê baweriyên xwe ragihand. Pentagon got ku alîkariya didin Îsraîlê divê li gor hûqûqa mirovî ya navdewletî bikarbînin. Cîgira berdevkê Pentagonê ragihand ku rewşên endîşe diafirînin, bi rêvebirên Îsraîlê re parvekirine. Her weha jimara êrîşên ku hatine kirin ser baregehên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn derketiye 40an.

Li ser pirsa ku Amerîka çeken dide Îsraîlê li hemberê sîvîlan bikartîne an na de, cîgira berdevkê Pentogonê Sabrina Singh got:

“Her welatekî ku ji Amerîkayê destekê distîne, divê wan çekan li gor hûqûqa mirovî ya navdewletî bikarbîne. Ev xal di her peymana çekan de cîh digre.

Eger em di rewşê de endîşeyekî bibînin, em bi wêrekî raste rast ji terefê din re dibêjin û vê rewşê di hevdîtinên bi îsraîlê re yên aşkera û bi dizî de ji rêvebirên îsraîlê re gotiye.”

Singh, her weha di derbarê êrîşên ser baregehên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn de agahiyan da û got ku ji 17ê Cotmehê heya niha,bi füze û dronan li Sûriyê 18 û li Iraqê 22 êrîş bi temamî 40 êrîş hatine ser baregehên Amerîkayê. Heya niha di êrîşan de bi temamî 46 birîndariyên sivik çêbûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin