Trump gef Li Îsraîlê xwar: "Bêyî Amerîkayê Îsraîl nedihat avakirin"

Trump gef Li Îsraîlê xwar: "Bêyî Amerîkayê Îsraîl nedihat avakirin"

PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, piştî îmzekirina peymana bi Îranê re daxuyaniyên gelekî tund li dijî rêveberiya Tel Avîvê dan û hişyariyên tund li Îsraîlê kirin.

 Trump aşkere kir ku wî ji Îsraîlê re gotiye ku bihêle dosyeya Hizbullahê ji aliyê Sûriyeyê ve were çareserkirin û destnîşan kir ku bi dîtina wî Sûriye dê vî karî baştir bike.

 Serokê Amerîkayê nerazîbûneke tund nîşanî êrişa Îsraîlê ya li ser Beyrûdê da ku tenê du saet beriya îmzekirina peymanê pêk hatibû û got: "Ev êriş rasterast li navenda Beyrûdê bû, ne li başûr; ez qet ji vê yekê nerazî bum û min ev helwesta xwe bi eşkereyî gihand wan. Jixwe eger Amerîka tune bûya, Îsraîl jî nedibû; ji ber vê yekê divê Îsraîl bêtir rêzê li Lubnanê bigire."

Di berdewamiya daxuyaniyên xwe de, Trump bal kişand ser metirsiya nukleerî ya Îranê û parastina herêmê û diyar kir ku tenê 2 hefteyên Tehranê mabûn ku bigihîje çeka nukleerî, ku ev yek dê bandoreke mezin li ser hemû herêmê, bi taybetî li ser Îmarat, Kuweyt û Behreynê bikira.

Trump peymana hatî ragihandin wekî rêkeftineke dadperwer pênase kir û got ku eger ev peyman nehatiba îmzekirin jî wan serkeftineke mezin bi dest xistibû, ji ber ku ji bo Îranê 15-20 sal dixwest ku careke din vegere ser piyan.

 Her wiha Trump pesna hevkariya li Sûriyeyê da û ragihand ku kesê ku niha Sûriyeyê bi rê ve dibe, ligel Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdoghan karekî pir baş kirine û karibûne wî welatî careke din bînin cem hev.