PeyamaKurd - Bereya Berxwedanê ya Iraqê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku piştî derketina fermana Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê, êdî tu xet û sînorên erdnîgarî nabin rêgir li pêşiya êrîş û lêdanên wan.
Di heman demê de, Ketayîb Hizbullahê jî daxuyaniyek da û tekez kir ku xwîna şehîdan û zarokên Xezzeyê bi derbasbûna demê nayê jibîrkirin û bersiva wan dê ne bi rêya saziyên bêkêr, belkî bi zimanê agir li qada şer were dayîn.
Di daxuyaniya Ketayîb Hizbullahê de hişyariyeke rasterast ji bo hêzên Amerîkayê hate dayîn û hate gotin ku tawanbarên artêşa DYAê li kîjan devera cîhanê bin, di lîsteya armancên wan ên rewa de ne.
Komê destnîşan kir ku ew ê nehêlin xew bikeve çavên hêzên Amerîkî û tola xwîna şehîdan bi awayekî herî tund dê bê hildan.