Amerîka: Me ji bo Gazzeyê xetên sor danenîn ser Îsraîlê

Amerîka: Me ji bo Gazzeyê xetên sor danenîn ser Îsraîlê

PeyamaKurd – Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby derbarê Şerîda Gazzeyê ya dorpêçkirî de got, "Me ji bo Îsraîlê xetên sor danenîn."

Kirby di civîna çapemeniyê ya li Qesra Spî de axivî û bal kişand ser geşedanên li ser Şerîda Gazzeyê.

"Me xetên sor ji bo Îsraîlê danenîn. Em piştgiriya xwe ya ewlehiyê didomînin û ew ê bidome." Kirby diyar kir, ji destpêka şer û vir ve bi Îsraîlê re di nava têkiliyê de ne.

Kirby got: "Em dudil nebûn ku fikarên xwe yên derbarê qurbaniyên sivîl, mexdûrên sivîl û nêzîkatiya ku ew hildibijêrin bînin ziman. Ya ku heval dikarin bikin ev e."

-Artêşa Îsraîlê: Operasyonên li ser sînorê Gazzeyê ne "operasyoneke bejayî ya fermî ye"

Artêşa Îsraîlê ragihand, operasyona li dijî sînorê Şerîda Gazzeyê ya dorpêçkirî "ne operasyoneke bejayî ya fermî ye."

Di nûçeya televîzyona Kanal 12ê de ku li ser esasê rayedarekî Qesra Spî ku navê wî nehate zanîn de hat destnîşankirin, "Hêzên Îsraîlî bi rêya bejahî bi awayekî sînordar ketine Gazzeyê."

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên artêşê hatin dayîn, hat diyarkirin ku operasyona li ser sînorê Gazzeyê ne operasyoneke bejayî ya fermî ye.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî di 27ê Cotmehê de ragihandibû ku wan êrîşên esmanî yên li dijî Şerîda Gazzeyê zêde kirine û dê bi şev operasyonên bejayî berfirehtir bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Eymen Safadî jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir, Îsraîlê li dijî Şerîda Gazzeyê "şerê bejayî da destpêkirin" û ev şer dê "di salên pêş de bibe sedema felaketeke însanî ya mezin."

-Ji bo Gazzeya li Iraqê sela hatin xwendin

Ji ber ku Îsraîl êrîşên xwe yên li ser Şerîda Gazzeyê zêde kir, li Mizgefta Îmam Azam Ebû Henîfe el-Numan a li Bexdayê ji bo Gaziyan sela hatin xwendin û dua hatin kirin.

Bi hezaran Iraqî berî niha li Bexdayê kom bûbûn û xwenîşandanek piştgiriya Filistînê li dar xistibûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin