PeyamaKurd- Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di derbarê rewşa Sûriyê û Minbicê de axivî û got ku peyman li gorî şert û mercan dibe ku biguhere.
Heather Nauert wiha dewam kir: “Tirkiyê û Amerîkayê li ser rewşa Sûriyê bi hev re nexşerêyek amade kirine. Lê belê divê em vê yekê bi eşkereyî bibêjin ku ev levhatin bi hinek şertan ve girêdayî ye. Piştî demekê li meydana şêrr dibe ku rewş biguhere. Bi vê re, dibe ku di nexşerêyê de jî hinek tişt biguherin. Muzakereyên me wê bidomin. Di navbera wezîrên karên derve û personelan de jî pêwendî wê dewam bikin. Em îstîkrarê dixwazin. Ev tişt her du aliyan jî eleqedar dike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin