Amerîka qebûl kir ku bi bihayê 2.1 milyar dolarî fuzeyên Patriotan bifroşe Ûkraynayê

Amerîka qebûl kir ku bi bihayê 2.1 milyar dolarî fuzeyên Patriotan bifroşe Ûkraynayê

PeyamaKurd – Wezareta kar û barên derve ya Amerîkayê qebûl kir ku 500 heb fuzeyên sîstema bergiriyê ya Patrotan bifroşe Ûkraynayê.

Bihayê 500 fuzeyan, dike 2,1 milyar dolar û dê ev pere ji terefê welatên hevkar û Ûkrayna de bê dayîn.

Serokê Ûkraynayê Volodimir Zelenski jî ragihand ku dibe ev teslimata fuzeyan bi salan dewam dike û mehekiye li benda erêkirina wezareta karên derve ya Amerîka ye.

Fuzeyên ku DYA bide Ûkraynayê ji bo xwurtkirina bergiriya Ûkraynayê ye û tîpa wan PAC-3 MSE ye.

Şîrketa ku van fuzeyan bide Ûkraynayê û rêvebiriyê bike, şîrketa Amerîkayê ya bi navê Lockheed Martin e.

Teslîmata fuzeyan dê kengê be nehat aşkerakirin lê pere fuzeyan de ji kîsê Amerîka nîn be.