PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê re ragihand, ew sîstemeke berevaniya mşekî ya Patriot vediguhêzin Iraqê. Berdevkê Pentagonê debrarê armanca vê yekê de jî got, “ji bo parastina asayişa Iraqê, hevpeymanan û hêzên Amerîkayê”, ew sîstema Patriot li Iraqê bicih dikin.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Berdevkê Pentagonê Sean Robertson derbarê bicihkirina sîstema berevaniya mûşekî ya Patriot li Iraqê ragihand: “Amerîka sîsteme berevaniyê vediguhêze Iraqê, ew yek jî ji bo parastina Iraqê, hevpeymanan û hêzên Amerîakyê li wan gefên esmanî yên ku li ser binkeyên serbazî yên li Iraqê hene û hêzên hevpeyman lê hatine bicihkirin.”
‘Xebatên ji bo bicihkirin û danîna wê sîstemê li Iraqê berdewam in’
Sean Robertson diyar kir, “giring e em têbîniya vê yekê bikin, ku bi sedema wan êrîşên berê bo ser Iraqê hatine pêkanîn, serbazên hevpeymanan, yên Amerîkayê û herwiha Iraqî jî hatine kuştin, hevdem wan êrîş serweriya Iraqê jî binpê kirine.”
Têkildarî veguhastin û bicihkirina sîstema Patriot jî, Robertson destnîşan kir, niha xebatên wan ji bo bicihkirin û danîna wê sîstemê li Iraqê berdewam in, lê belê ji ber sedemên ewlehiyê ew hûrgiliyan aşkere nakin.
‘Berprisên Iraqî agahdarî wê yekê ne ku pêwîstiya me bi vê sîstemê heye’
Berdevkê Pentagonê herwiha da zanîn, “berprisên Iraqî agahdarî wê yekê ne ku pêwîstiya me bi vê sîstemê heye.” Sean Robertson tekez kir, ew derbarê bicihkirina sîstema Patriot de bi berpirsên Iraqê re di têkilî û hevahengiyeke berdewam de ne.
Robertson tekezî li ser pabendbûna Amerîka û hevpeymanan ji bo têkbirina DAIŞê û herwiha piştgiriya li aramî û ewlehiya Iraqê jî kir.
Pêr berpirsên serbazî yên Amerîka û Iraqê ragihandibûn, ku artêşa Amerîkayê sîstema Patriot li Hewlêr û binkeya serbazî ya Eyn Esed li parêzgeha Enbarê bicih dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin