Berdevka wezareta karê derve ya Amerîkayê Heather Nauert axifî: “Rûsya niha Sûriyê weka seha ceribandina balafirên xwe yên xeyalet SU-57 bikartîne.”
Berdevka wezareta karê derve ya Amerîkayê Heather Nauert beyana xwe di ser hesabê xwe yê Twitterê de da û Rûsyayê kir hedefa xwe.
Nauert weha dewam kir: “Gelek karên Rûsyayê hene ku bike. Di mijara avakirina aştiyê, parastina sîvîlan û alîkariya mirovahî de divê gelek tiştan bike.”
Nauert her weha got ku pêvajoya Astanayê têkçûye û biserneketiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin