PeyamaKurd - Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan di çarçoveya kêmkirina çavkaniyên darayî yên Tehranê de, paketeke nû ya cezayan li ser 25 kes, kompanî û keştiyên ku bi pîşesaziya petrolê ya Îranê re têkildar in sepandiye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev cezayên nû rasterast kesek, 16 kompanya û 8 keştiyên petrolê yên ku di veguhestin û firotina neqanûnî ya petrola xav a Îranê de ji bo bazarên cîhanê beşdar bûn, hedef girtine.
Wezareta Xezîneyê destnîşan kir ku Tehran van dahatên ji firotina petrolê bi dest dixe, ji bo çekdarkirina hêzên xwe yên çekdar û armancgirtina tesîs û baregehên Amerîkayê yên li herêmê bi kar tîne, lewma ev pêngav ji bo astengkirina wê torê hatiye avêtin.