PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê, Sekreterê Giştî yê berê yê Ketayîbê Hîzbullah Ebdulezîz Miluh Mihemedawî ku bi navê "Ebû Fedek" tê nasîn, weke "terorîstê cîhanî" belav kir.
Bi daxuyaniyekê Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kir: “Ketayîbê Hîzbullah rêxistineke terorîst a ser bi Îranê ye, hewl dide ajendaya xerab a Îranê, li herêmê bihêz bike û berpirsyariya xwe di çendîn êrîşên terorîstên yên li Iraqê de ragihandiye, ji wan; êrîşkirina bi bombeyên vedayî, êrîşkirina bi gulleyên nerasterast û êrîşkirina bi bombeyên moşek, ev ji bilî karê dizîna çavkaniyên dewleta Iraqê, kuştin, revandin û îşkencekirina xwepêşander û çalakvanên sivîl ên li Iraqê.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Ebdulezîz Miluh Mihemedawî bi Pasdaranê Îranê –Feyleqa Qudsê– kar dike ji bo pêkanîna saziyên fermî yên ewlehiyê yên dewleta Iraqê dûr ji armancên xwe yên rasteqîn ên parastina dewleta Iraqê û têkoşîna li dijî DAIŞê.
Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha da zanîn, Îran piştevaniya wan koman dike, ku yek ji wan niha Mihemedawî rola serkirdetiyê dilîze.
Di dawiya Sibata borî de, piştî kuştina Ebû Mehdî Muhendis, Desteya Heşda Şeibî Ebdulezîz Mihemedawî yê bi navê "Ebû Fedek" tê nasîn, li şûna Muhendis, wek Serokerkanê Heşda Şeibî diyar kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin