Anil Bora Înan bû Balyozê nû yê Iraqê yê Tirkiyeyê

Anil Bora Înan bû Balyozê nû yê Iraqê yê Tirkiyeyê

PeyamaKurd – Bi biryara Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, Anil Bora Înan bû Balyozê nû yê Iraqê yê Tirkiyeyê.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan şeva borî navê beşek ji balyozên ku wê li nûnertiyên derve yên Tirkiyeyê bixebitin eşkere kir.

Li gorê biyara Fîdan, Alîkarê Rêveberê Giştî yê Pêwendiyên Îraqê yê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê  Anil Bora Înan bû balyozê nû yê Iraqê yê Tirkiyeyê.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Burak Akçapinar jî di Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî de wekî Nûnerê Daîmî hat erkdarkirin.

Rêveberê Giştî yê Efrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn Can Dîzdar jî bû Balyozê Ottavayê.

Guven Begeç ku Nûnerê Daîmî yê Tirkiyeyê yê Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî  bû, bû balyozê Trablûsê.