PeyamaKurd – Arjantînê diyar kir ku di êrîşên Hemasê yên li dijî Îsraîlê de 7 welatiyên wê jiyana xwe ji dest dane û nêzî 15 welatî jî wenda bûne.
Wezîrê Karên Derve yê Arjantînê Santiago Cafiero diyar kir, nêzî 625 Arjantîniyên li Îsraîlê ji bo vegerin welatê xwe serlêdan kirine û ragihand, di êrîşên Hemasê de 7 welatiyên wan jiyana xwe ji dest dane û nêzî 15 kes jî wenda ne.
Gelek welatan ragihandin, welatiyên wan di êrîşên Îsraîl-Xezeyê de hatine kuştin yan jî wenda bûne. Di dema ku Rûsyayê diyar kir, welatiyek ji wan hatiye kuştin û 4 welatiyên wê jî wenda ne, Fransa jî ragihand, 2 welatiyên wê hatine kuştin û 14 ji wan jî wenda bûne.
Li Îtalyayê diyar kir, jinek wenda bûye, Amerîkayê ragihand, 11 welatî mirine û gelek kes jî wenda bûne.
Di dema ku medyaya Brîtanî diyar kir, herî kêm 10 kes di êrîşên Hamasê de li Îsraîlê hatine kuştin an jî winda bûne, balyozxaneya Nepalê ya li Tel Aviv ragihand ku gelek welatiyên Nepalî wenda bûne.
Wezareta Karên Derve ya Taylandê jî ragihand, 12 welatiyên Taylandê hatine kuştin, 8 welatî birîndar bûne û 11 jî dîl hatine girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin