PeyamaKurd- Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand ku hêzên wan bi awayê paraşûtî yê asmanî li nava xaka Sûriyeyê operasyoneke ewlehiyê ya taybet pêk aniye, ku di encamê de kesên ku ji aliyê dadweriya Iraqê ve dihatin xwestin hatin girtin.
Navenda Medyayê ya Ewlehiyê ya Iraqê eşkere kir, operasyon ji aliyê Desteya Îstixbarata Falcons ve ya ku girêdayî Ajansa Îstixbarat û Lêpirsînê ya Federal a Wezareta Karên Hundir, hatiye kirin.
Hate diyarkirin, di dema operasyonê de du armancên ku wekî girîng hatine hesabkirin hatine bidestxistin û ev operasyon bi kordînasyona hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê û bi piştgiriya teknîkî û lojîstîkî ya Hevpeyemaniya navneteweyî re hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Operasyon di bin rêberî û çavdêriya rasterast a fermandarê giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê de hatiye meşandin, ku tê de hêzeke hewayî beşdarî danîna li bakurê rojhilatê Sûriyeyê bûye û bi serkeftî armancên xwe li nav axa Sûriyeyê pêk aniye.”
Hate diyarkirin, “Ev operasyon beşek ji hewldanên hevpar e ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlehiyê yên sînorî” û hate gotin, “Operasyonên bi vî rengî beşdarî xurtkirina ewlehiya welatên têkildar û parastina berjewendiyên wan ên neteweyî dibin.”