PeyamaKurd – Artêşa DYAyê di Okyanûsa Hindê de mudaxeleyî tankêra bê al kir ku tanker navê wê MT MAVINA ye û di nav lîsta reş ya dorpêçê de ye. Artêşa Amerîkayê bi helîkopteran leşkeran daxist nav keştiya tankerî.
Fermandariya DYA ya Hind-Pasifikê (INDOPACOM), di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de parvekirinekî kir û got ku di Okyanûsa Hindê de tankêra di nav lîsta dorpêçê de ku bê al seyr dikir û ne aîdê ti dewletekî bû, mudaxeleyê tankêrê kirine.
INDOPACOM ragihand ku mafê wan heye mudaxeleyê tankêran bike. Her wekî ‘ziyaret û mafê lêgerînê’ û dîmenên ku bi helîkopteran mudaxeleyê tankêrê kiriye belav kir. Di daxwuyaniyê de hat gotin:
“Ji bo em torên ne rewa xerab bikin û keştiyên ji Îranê re desteka peran temin dikin, em wan liku derê bibinin em ê mudaxele bikin û kiiryarên xwe yên deryavanî dewam bikin.”
DYA di Cotmeha 2024an de keştiya bi navê MT DAVINA bi sedema têkiliya wê bi Îranê re heye xistibû nav lîsta reş an ku dorpêçê.