Artêsa Fransayê û Lubnanê peyman girêdan

Artêsa Fransayê û Lubnanê peyman girêdan

PeyamaKurd – Artêşa Lubnanê ragihand ku wan bi artêşa Fransayê re peymanekî hevkariyê û koordînasyonê girêdane û îmze kirine. Artêşa Lubnanê beyana xwe bi nivîskî ragihand û got cîgirê serokerkanê artêşa Lubnanê Ziyad el-Haşim û generalê Fransayê Eric Peltier li baregeha artêşa Lubnanê ya li rojhilatê Beyrûdê civiyane.

Di beyana artêşa Lubnanê de hat ragihandin ku bi artêşa Fransayê re di warê bejayî, deryayî û hewayî de peymana hevkariyê û koordînasyonê çêkirine û îmze kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin