Ursula von der Leyen: “Em peymana bi Lubnanê re bi rizamendî qebûl dikin”

Ursula von der Leyen: “Em peymana bi Lubnanê re bi rizamendî qebûl dikin”

PeyamaKurd – Seroka komisyona Yekîtiya Ewrûpayê Ursula Von der Leyen di ser hesabê xwe yê Xê de li ser peymana navbera Lubnanê û Îsraîlê daxwuyaniyekî belav kir û got ku ew peymanê ji dil û can qebûl dikin. Leyen got:

“Ji bo ber li dijberiya Rojhilata Navîn bigrin gavekî girînge. Dema Lubnan di nav agir de bişewite li Rojhilata Navîn aştî nabe. Pêngava di pey de bêçekkirina grûbên di derveyê dewletê de ye, desthilata Lubnanê û yekîtiya axa wê ye.

YE ji bo ew kesên ji ser warên xwe rabûne amadeye 100 milyon Avro daîma bide û ji bo îstîqrara mayînde ya li herêmê hebe, amade ye ku destekê bide.”