PeyamaKurd – Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen di salvegera 250.em serxwebûna dewleta Amerîkayê de, pîrozbahiyê li xelkê Amerîkayê kir. Leyen peyama xwe di ser hesabê xwe yê Xê de kir û got:
“Îro em bi dostên xwe yên DYAyê re ne ku salvegera xwe ya 250em ya serxwebûnê pîroz dikin.
Daxwuyaniya serxwebûnê, li ser daxwazên wan yên azadiyê û dilxweşiyê hat avakirin û kir ku neteweyekî nû afirî.
Hevkariya me ya Transatlantîkê 250 sale ku bi qedrên me yên hevpar û torên me yên malabatî re ket şeklekî.
Her wext di rêya parastina azadiyê de, bi wêrekiyekî mezin û canfîdayiyan re bêhtir xwurt bûn.
Peykera Azadiyê ji bo vê dostaniya mayînde, wekî remzekî dewam dike.
Dê vê şevê esman, li her dû terefê Atlantîkê, bi fişekên hewayî rohnî bibe.
4 ê Tîrmehê pîroz be.”