PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê li pey ketina Şamê û hilweşîna rejîma Sûriyê, kargeheke çek û madeyên kîmyewî ya Sûriyê bombebaran kir.
Li gorî medya Îsraîlê, Hêzên Çekdarên Îsraîlê piştî 50 salan cara yekem tankên xwe di herêma tampon de bicih dike.
Herwiha çavkaniyên Hêzên Îsraîlê derbarê êrîşa hêzên hewayî li ser çekên kîmyewî yên Sûriyê de got ku çekdarên opozîsyonê dikarin Îsraîlê di bin xeterê de bihêlin, lewma ew êrîş hatiye encamdan û gefên ji Sûriyê tên jî ji nêzîk ve têne şopandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin