PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê do ragihand, îro li Şerîda Gazzeyê li dijî 120 xalên Hamasê êrîşeke hewayî hatiye kirin.
Daxuyaniya nivîskî ya artêşê, di rojnameya Yedîot Ahronot de hat weşandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, balafirên şer tevahiya rojê (Yekşemê) 120 hedefên li bajaroka Beyt Hanûn û derdora wê ya li bakurê rojhilatê Gazzeyê bombebaran kirin.
Hat ragihandin, di êrîşa ku bi dehan ton roket hatin avêtin de hedefên Hamasê hatin derbkirin û di nav wan de tunelek hat dîtin.
Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku Hamasê Beyt Hanûnê ji bo êrîşên xwe yên li dijî Îsraîlê wek baregeh bi kar tîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin