PeyamaKurd - Li gorî daxuyaniya fermî, artêşa Rûsyayê bi şev bi çekên pêşketî yên ji bejahî, derya û asman ve tên avêtin, li gel dronên dûravêj êrîşeke mezin biriye ser Kîev û derdora wê.
Di van lêdanan de cihên hilberandin û embarkirina dronan û moşekên krûz, her wiha navendên veguhastina kelûpelên leşkerî rasterast bune armanc.
Li herêma Odessayê jî, binesaziya bendergeha "Chernomorsk" ku ji bo daxistina barên leşkerî dihat bikaranîn tevî tankerekî sotemeniyê yê artêşa Ûkraynayê bûn armanca moşekan.
Ev pêla nû ya êrîşan piştî wê yekê tê ku agirbesta 3 rojî ya ku ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ve bi helkefta serdana şandeyên Amerîkî ji bo paytext Kîevê hatibû ragihandin, bi dawî bû.
Li aliyê din, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê eşkere kir ku di heman şevê de sîstemên wan yên parastina asmanî karine 384 dronên Ûkraynayê li ser asmanê herêmên Rûsyayê rûxînin û bixin xwarê.