Artêsa Rûsyayê gefa bombebarankirina baregehên serkirdetiya Ukraynayê xwar

Artêsa Rûsyayê gefa bombebarankirina baregehên serkirdetiya Ukraynayê xwar

PeyamaKurd Artêşa Rûsyayê gef li Ukraynayê xwar û diyar kir, eger Kîev êrîşên xwe yên li bajarên Rûsyayê bidomîne, em ê baregehên serkirdetiya Ukraynayê yên li Kîevê bombebaran bikin.

Li gor Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov da zanîn: “Em hewl û êrîşên Ukraynayê li ser axa Rûsyayê dibînin, eger wisa bidome, artêşa Rûsyayê wê baregehên serkirdetiya Ukraynayê yên li Kîevê bombebaran bike.”

Herwiha Îgor Konaşenkov eşkere kir: “Heta niha me xwe ji êrîşên bi vî rengî parastiye.”

Hêjayî gotinê ye, demek e artêşa Ukraynayê bi dron, moşek û helîkopteran êrîş dike ser saziyên serbazî yên Rûsyayê, ev jî bûye sedema nîgeranbûna Moskowê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin