PeyamaKurd – Hêzên artêşa Yemenê li bajarê Marîbê li ciyên civîna Hûsiyan û alavên wan xist. Hukumetê ragihand ku li Cewfê jî dronekî Hûsiyan xistine.
Artêşê li Başûrê Marîbê li kampa leşkerî ya bi navê Ummu Riş û Tengava Melaa xist û li bajarê Cewfê jî dronekî Hûsiyan xist.
Li gor ragihandina tv ya dewletê ya fermî; balafirên aîdê aretêşa Yemenê li ciyên civîna hûsiyan yên navborî xistine.
Ji bo drona xistî jî zêde agahiyan nedan lê dîmenên dronê weşandin.