PeyamaKurd – Çavkaniyên leşkerî yên artêşa Yemenê radigihînin ku artêşa Yemenê navçeya Useylanê ya bi ser bajarê Şebweyê, ji destê Hûsiyan sitendine. Hêzên artêşê deverên bi ser navçê yên bi navên El-Aqde, El-Mahkeme, El-Hicr û Vahid bin Aqî jî xistine bin destê xwe.
Şahidên bûyerê bê ku behsa jimara bikin, ragihandin ku ji her dû terefan jî mirî û birîndar hene. Hûsiyan, deverên navborî, di meha êlûna 2021 ê de xistibûn destê xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin