PeyamaKurd – Li Tirkiyê li navça Tokatê ya bi navê Trurhalê, di encama barîna barana zêde de ava çemê Kızılırmakê bilind bû, taxên Çevlik, Borsa û Çubuklu di bin avê de man, li hinek gundan axwur, arazî û xanî di bin avê de man.
Hat ragihandin ku bi temamî 15 tax û 7 gund di bin avê de mane.
Ne tenê ava çemê Kızılırmakê lê şaxên wê yên bi navên Karasu, Çivril û Dazya jî ava wan bilimnd bûye û kirine ku arazî di bin avê de bimîne.
Li ser bilindbûna avê dewletê 15 tax û 7 gundan tehliye kir û tehliye bi armanca tedbîrê ye.