NY, li ser êrîşên li ser Iraqê hişyariya xerabûna rewşê da

NY, li ser êrîşên li ser Iraqê hişyariya xerabûna rewşê da

PeyamaKurd – Cîgirê berdevkê Neteweyên Yekgirtî Farhan Haq li ser bombebaranên li Îraqê axifî û got ku êrîş neyînî ne û dixwazin şer li Rojhilata Navîn firehtir bibe. Haq got:

"Dibe ku rewş ji rewşa berê gelekî xirabtir bibe."

Fermandariya Hêzên Navendî (CENTCOM) ku şeva borî Îranê bi çend moşekan êrîşê ser baregeha wan ya li Urdinê kiriye. Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser vê yekê got:

“Em dê bersivekî dijwar bidin êrişa Îranê ya li ser baregehên me. Eger dan û standin bi ser nekevin, em dê di nava saetekê de hemû piran hilweşînin.”

Trump got ku êrîşa Erebistanê û ya DYAyê ku serê siba kir ser komên çekdar yên Iraqê, bi agahiya Bexdayê bûye.

Di êrişên Amerîka û Erebistana Sa’ûdî de ku îro ber destê sibê li 7 parêzgehên Îraqê û li Başûrê Kurdistanê li ser baregehên Heşdî Şebiyê hatin kirin, 20 çekdar hatin kuştin û 32 çekdar jî birîndar bûn.