PeyamaKurd - Balyozxaneya Brîtanyayê ya li Riyadê li ser êrîşên berdewam ên Husiyên Yemenê yên li dijî Erebistana Siûdî peyamek belav kir.
Balyozxaneyê hişyariyeke nû ya ewlehiyê da welatiyên xwe yên ku li wê welatî ne û bang li wan kir ku li hemberî armanckirina bajaran, balafirgeh û binesaziya enerjiyê ji hêla mûşek û drona hişyar bin.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku hemwelatiyên Brîtanyayê rêkarên fermî bişopînin, cihê stargehên nêzîk bizanibin û ji parvekirina her cûre dîmen û agahiyên derbarê êrîşan de dûr bisekinin.
Hêjayî gotinê ye, ev gav piştî êrîşên dawî yên li ser balafirgehên Cizan û Necranê hat avêtin.