Rêber Ehmed û şande Swêdê li ser çaksaziya ewlehiyê civiyan

Rêber Ehmed û şande Swêdê li ser çaksaziya ewlehiyê civiyan

PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li Hewlêrê pêşwazî li şandeyeke bilind a Swêdê kir ku ji Cîgirê Komîserê Polîsên Swêdê Stefan Hector û Balyozê Swêdê yê li Iraqê pêk dihat.

Di civînê de amadekariya Swêdê bo piştgirîkirina proseya çaksazî û nûjenkirina polîsên Herêma Kurdistanê hat ragihandin.

Şandeya Swêdê rola Herêma Kurdistanê di têkbirina DAIŞê û şerê dijî terorê de bilind nirxand û tekezî li ser hevahengiyê bo rêxistina têkoşîna dijî tawana organîze kir.

Rêber Ehmed jî spasiya hikûmet û gelê Swêdê kir ku di rojên dijwar de pêşwazî li penaberên Kurd kirine.

Ev piştevaniya navdewletî di çarçoveya Asta Stratejiya Çaksaziya Polîsan (2026–2030) de ye ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bo avakirina saziyeke polîsan a profesyonel tê bicîkirin.