Awn: Êrîşên Îsraîlê kêm bûne û xelk êdî dadigere ser ciyê xwe

Awn: Êrîşên Îsraîlê kêm bûne û xelk êdî dadigere ser ciyê xwe

PeyamaKurd – Serokkomarê Lubnanê Joseph Awn ragihand ku di hevdîtinên bi Îsraîlê re yên li Washingtonê de, di civîna 5em de pêşdeçûn hene û bi peymana çarçoveyê ya 26ê Hezîranê de, di êrîşên Îsraîlê de kêmbûn hene û kesên ji ser warên xwe rabûne, hêdî hêdî dadigerin ciyên xwe.

Serokkomariya Lubnanê li ser mijarê daxwuyaniyekî da û got ku li ser muxakereyên bi Îsraîlê re serokkomarê Lubnanê Joseph Awn raveyan kiriye. Awn ragihandiye ku di hevdîtinên bi Îsraîlê re pêşdeçûn hene. Awn gotiye ku piştî peymana 26ê Hezîranê êrîşên Îsraîlê yên ser Lubnanê kêm bûne û weha dewam kiriye:

“Peyman ji bo Lubnanî Havîna xwe li welatê xwe derbas bikin, encamên erênî daye. Lubnanî ji bo Îsraîl ji welatê Lubnanê vekişe, esîrên wan paşde werin û ji bo deverên xerabûyî ji nûh de tamîr an îmar bikin, hemfikrin. Em ê îznê nedin ku yek Îsraîliyekî li ser axa me bimîne.”